hevkarên Radyoya Swêdê
هاوکارانی ڕادیۆی سوید
Agahdarî

Guhdar li kû be em tên wir!

1:53 min

Radyoya Swêdê ji 5ê meha deh cotmeha îsal û pê de giraniyê dide weşanên ser malpera înternetê, telefona destan û torên civakî.

Bi vê guhertinê re weşanên me yên ser FM ku em ji duşem ta înê rojê nîv saetê diweşînin radiwestin. Di şûna wê de em giringiyê didine nûçegihaniya ser înternetê, karê xwe yê vira berfirehtir û baştir dikin, da tu li kû bî, kengî te xwest hingî tu karibî xwe bigihînî me.

Heftiyê carekê em ê herwiha bernameyeke  poddê pêşkêş bikin. Vê bernameyê jî kengî îmkana te çêbû hingî tu dikarî guhdarî bikî. 

Bi riya torên civakî wek Facebook û Twîtter jî em ê hewl bidin pêwendiyeke germtir bi we guhdaran re deynin. Û em li bendê ne tu nêrînên xwe li ser bernameyên me ji me re binivîsî, pirsên xwe ji me re bişînî û me ji bûyerên girîng ku em negihane wan yan em pê nehesiyane agahdar bikî. 

Adresa me ya înternetê: www.sr.se/kurdiska 

Li ser Facebook, Twitter û Înstagramê navê me “Radyoya Swêdê” ye 

Bernameyên pişka kurdî herwiha beşek ji app’a Radyoya Swêdê – Sveriges Radio ye. 

Wek din jî hertim bi riya telefonê tu dikarî xwe bigihînî me: 08-784 59 35

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista