Hasse Holmberg/TT
Pirraniya parsekên li Stockholmê ji Romanya ne. Wêne:Hasse Holmberg/TT.

Swêd dixwaze peymanekê bi Bulgaristan re girê bide.

Iro wezîra wekheviyê Åsa Regnér bi wezîrê civakî yê Bulgarîstanê re li ser meseleya parsekan hevdîtinekê pêk tîne.

Amanc ew e ku di şûna ku xelkên muhtac werine Swêdê û li vir parsekiyê bikin, li Bulgarîstanê alîkariya wan were kirin.

Berya niha Swêd peymaneke bi heman mebestê, ya ji bo baştirkirina rewşa qereçan bi Romanya re îmza kiribû.

Åsa Ragnér hêvîdar e ew bikaribin bi Bulgarîstanê re jî li hev werin û mesrefa pêwist ji aliyê Yekîtiya Ewrûpa ve were dayin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista