
Di budçeya payîzê de jîngeh
Di budçeya payîzê de giraniyeke taybet wê ji bo jîngeh û hawîrdorê were veqetandin.
Wezîra Jîngehê Åsa Romson dide zanîn ku ji sala werê û pê de 160 mîlyon kronên zêdetir wê li tedbîrên jîngehê bêne xerc kirin.
50 mîlyon wê ji bo tedbîrên yekser ji şaredariyan re were şandin da ku wek nimûne mêrg û kanalîzasyon werine çêkirin.
Budçeya mayî, 110 mîlyon kron wê ji bo perwerde û belavkirina zanîna li ser jîngehê were veqetandin.
Ji aliyekî din ve ji bo çêkirina otomobîl û otobusên ser ceyranê jî hikûmet 380 mîlyon kronên zêdetir wê bide.