Reaktioner från twitter
Siyasetmedarên swêdî bi endîşe ne. Foto: Sveriges Radio

Reaksîyonên siyasetmedarên swêdî hemberî êrîşên li Tirkiyê

Îro gelek siyasetmedarên swêdî bi riya Twitterê helwesta xwe ya li hemberî êrîşên Tirkiyê yên li ser HDP ragihandin. Çendek ji wan ev in.

Margot Wallström – Wezîra derve:

Endîşe ji ber bilindbûna rewşa aloz ya li Tirkiyê. Êrîşên li hemberî çapemenî û partiyên siyasî li hemberî îdealên demokrasiyê ne. 

Carl Bildt – Wezîrê derve yê berê:

Li gor raporên ji Stenbolê  neteweperestan êrîş birine ser rojnameya Hurriyetê jî. Alozî bilind e. Desthilatdar divê kontrol bikin. 

Hans Linde – Berpirsê siyaseta derve yê Partiya Ҫep (V):

Bersiva Erdogan ya li hemberî muxalefet û nerazîbûna gel şîdet, girtin û êrîş in”. Cîhan divê dengê xwe bike û tev bigere! 

Birgitta Ohlsson – Parlamentera Partiya Gel (Fp) û wezîra berê:

Di şûna ku Tirkî hêza xwe li hemberî Daiş û Asad bi kar bîne ew kîna neteweperestan li hemberî kurdan sor dike. Êrîşa li hemberî HDP divê bi tundî were şermezar kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista