Presskonferens Margot Wallström och HDP ledaren Selahattin Demirtas
Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström û serokê HDP Selahattin Demirtaş

Wallström li Demirtaş û Sinirlioglu geriya

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström bi telefonê li serokê HDP Selahattin Demirtaş geriya û endîşeya xwe anî zimên.

Buroya çapemeniyê ya Partiya Demokrasiya Gelan HDPê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström telefon daye hevserokê HDP Selahattin Demirtaş. Wallström derbarê êrîşên ser navendên HDP û Cizîrê de agahî wergirtine, ragihandiye ku ew bi endîşe ye û dilsoziya xwe pêşkêş kiriye.

Di nameyek ji Radyoya Swêdê re serkreterê çapemeniyê yê Margot Wallström Erik Wirkensjö piştrast dike ku Wallström îro bi Demirtaş û wezîrê derve yê Tirkiyê Feridun Sinirlioglu re axiviye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista