Fittja efter explotionen
1 av 2
Polîs dora komeleya ku şevê din rastî êrîşê hatibû girtiye. Foto: Anders Hildemar Ohlsson/Sveriges Radio
Komeleya kurdî ya Fittja. Foto: Privat
2 av 2
Camên komeleya kurdî ya li Fittja. Foto: Privat
Kurdên Swêdê

Bombe avêtine komeleya kurdî ya li Fittja

4:45 min

Komeleya kurdî ya li taxa başûrê Stockholmê, Fittja şevê din dereng rastî êrîşekê hat. Polîs hêj kesek negirtiye lê berpirsên komelê nijadperestên tirk gunehbar dikin.

Heta niha polîs kes negirtiye û nayê zanîn bê êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin. Lê belê bi bilindbûna aloziya li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê re nûçeyên pevçûn û nexweşiyan ji Ewrûpa û Swêdê jî tên.

Dawiya heftiyê li Almanya xortekî kurd bi kêrê giran birîndar bû. Li Swîsre kesekî bi otomobîlê ajote ser xwepêşanderên kurd û du kes birîndar kirin. 

Li Swêdê jî heftiya derbasbûyî di torên civakî de belav bû ku grûpeke hewl daye êrîşê komeleya kurdî ya li Stockholm bike ji aliyê polîs ve hatiye rawestandin. Li Bredängê komeleyek ku bêhtir tirk diçinê rastî êrîşekê hat. Duh, ango roja yekşemê li Stockholmê di navbera xwepêşanderên tirk û kurd de hin pevçûn derketin. 

Berdevkê çapemaniyê yê polîs Lars Bystrom radigihîne ku wan vekolîn dane dest pê kirin û dimeyzênin bê girêdanek di navbera van bûyeran û êrîşa duh de dikare hebe yan na. Polîs herwiha ji ajansa nûçeyan TT re radigihîne ku ev rûdaneke taybet e, ango ji bo zelalkirinê îmkanên zêdetir dikarin werine veqetandin. 

Haydar Bayraktar dibêje ev nêzîkê sî saliye komeleya wan heye; kurd, tirk, ereb, grekî, ji her miletî xelk tên li wira civatê digrin, pelik dilîzin û li futbolê dinêrin. Heta niha tu caran ne tehdîtek ne êrîşek wan nedîbûn, lê dibêje tenha gumana wan niha nijadperestên girêdayî MHPê ne.

Hepveyvîn bi rêvebirê komeleyê Haydar Bayraktar re li ser êrîşê:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista