SD SDU
Serokê SD Jimmie Åkesson û seroka nû ya SDU Jessica Ohlson. Foto: TT thaj Uppsala kommun . Montaj: Sveriges Radio.
Sîyaset

Benê navbera SD û SDU tê birîn

Dawiya heftiyê Ciwanên Demokratên Swêdê (SDU) Jessica Ohlsson weke serok hilbijart. Bi vê hilbijartinê re SD pêwendiyên xwe yên bi rêxistina xwe ya ciwan re birî.

Ev demeke dirêj e Demokratên Swêdê rêxistina xwe ya ciwan rexne dike ku ew derveyî qaîdeyên partiyê tev digere, bi tevger, helwest û daxuyaniyên xwe ew zerarê didine partiya dayik. Û partiyê hewl dida kesek li gor serê partiyê bibe serokê ciwanan. 

Lê di kongreya SDU ya duh de Jessica Ohlsson ku ne bi dilê partiyê ye weke seroka nû hate hilbijartin. Û bi vê encamê re partiyê têkiliyên xwe yên bi rêxistina xwe ya ciwan re birî. Ji hingî ve malpera SDU jî hatiye girtin. 

Heçî SDU ye ew ji aliyê xwe ve SD bi livên dijî demokrasiyê gunehbar dike û dibêje ku gereke ew rêzê ji biryara kongreya wan re were girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista