Piraniya zarokên penaberên bêkes ên li Stockholmê ji Mexrîbê ne.
Piraniya zarokên penaberên bêkes ên li Stockholmê ji Mexrîbê ne. Wêne: TT/Radyoya Swêdê.

Zarokên bêkes di jiyanake krîmînel de asê dimînin

Li gorî raporên polîs vêga li kolanên Stockholmê nêzîkî 200 zarokên bêkes ên penaber dijîn. Statîstîk nîşan didin ku sûcên ku tê bawer kirin ku ji aliyê van zarokan ve têne kirin bi awayekî dijwar zêde bûne.

Rapor nîşan didin ku nêzîkî 500-600 zarokên bêkes ên li herêma Stockholmê di navbera salên 2012 û 2014’dan zêdeyî 1800 sûc kirine û ev hejmar tenê sûcên gilîkirî ne. Li gorî agahiyên ku rojnameya Dagens Nyheterê dinivîse piraniya sûcan dizî, sûcên lêdan û narkotîkayê ne.

Rewşeke weke vê li Göteborgê jî tê dîtin.

Daîreya Xizmeta Civakî (Socialstyrelsen) piraniya van zarokan li malên lênêrîna ciwanan (HVB-hem) an jî li cem malbatekê bi cih dike, lê di dawiyê de piraniya wan dîsa vedigerine kolanan û di jiyaneke krîmînel de asê dimînin.

Carinan ev zarok li malên lênêrînê yên girtî jî têne tedawî kirin ku Îdareya Înstîtuyên Dewletê bi rê ve dibe. Vêga ev daîre ji dewletê daxwaza 139 milyon kronên extra dike da ku ew heta sala 2018’an karibin ji heqî lênêrîna zarokan derkevin û cihên nû yên lênêrînê ava bikin.

Ji serê vê salê ve heta niha 139 zarokên bêkes ji aliyê Îdareya Înstîtuyên Dewletê ve hatine tedawî kirin û  piraniya van zarokan ji Mexrîbê tên.

Ji bo zarok ji jiyana krîmînel a kolanan werine xelas kirin  Îdareya Înstîtuyên Dewletê dê tedbîrên berlêgir jî pêk bîne û ev ê 22’yê vê mehê bi planeke tekûz werine pêşkêş kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista