: Jonas Ekströmer/TT, Björn Larsson Ask/TT
Wêne: : Jonas Ekströmer/TT, Björn Larsson Ask/TT.

Rojê 1000 penaber têne Swêdê

Van her sê rojên dawiyê serê rojê 1000 penaber hatine Swêdê. Daîreya Koçê texmîn dikir ku di meha 9’an û 10’an de heftiyê 3-4 hezar penaber ê werine Swêdê, lê ev hejmar ji texmînê gelekî zêdetir e.

Rêbeverê giştî yê Daîreya Koçê Anders Danielsson dibêje hê zû ye ku mirov zanibe ka ev hejmar dê heta kengî wiha bilind bimîne. 

Ander Danielsson dibêje mirov nikare ji 3 rojan bigihîje encamên rasteqîn. Ew diyar dike ku ev wiha berdewam bike heftiyê 7000 penaber ê werin û wê demê jî ew weke daîre nikarin ji heqî  penaberan derkevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista