Telia Sonera xwe ji Ewrasiyayê vedikişîne

Şirketa telekomînîkasyonê ya swêdî Telia Sonera çalakiyên xwe yên li bazara welatên Ewrasiyayê kêm dike û plan dikin ku hêdî hêdî bi temamî xwe ji van welatan vekişîne.

Şirket ev agahî vê sibehê di peyameke çapemeniyê de ragihand.

Welatên ku Telia Sonera dê çalakiyên xwe lê kêm bike Nepal, Kazakistan, Ûzbêkistan, Azerbaycan, Gurcistan, Moldova û Tacikistan in. Van welatan nîvsala buhurî ji sedî 21’yê cîroya şirketê pêk dianî.

Şirket ê li şûna van welatan fokûsa xwe bide ser Ewropa û Swêdê.

Bi taybetî li Azerbaycan û Ûzbêkistanê ji ber bertîlxweriyê nîqaşên mezin li ser bazarên Telia Sonera yên li van welatan hatibûne kirin.