Wezîrê xizmeta tenduristiyê û sporê Gabriel Wikströmê sosyaldemokrat. Wêne: Hasse Holmberg / TT och Jonas Ekströmer/TT.
Wezîrê xizmeta tenduristiyê û sporê Gabriel Wikströmê sosyaldemokrat. Wêne: Hasse Holmberg / TT och Jonas Ekströmer/TT.

Wezîrê tendirustiyê: Kêmasiya doktor û hemşîreyan tuneye

Kêmasiyeke mezin a doktor û hemşîreyan li Swêdê nîne. Ev gotinên wezîrê Xizmeta Tenduristiyê Gabriel Wikström in. Ew dibêje ji doktor û hemşîreyan zêdetir pêdivî bi organîzekirineke nû ya bikaranîna personelê tenduristiyê heye.

Gabriel Wikström dibêje bi giştî kêmasiyeke berfireh a personelê tenduristiyê tuneye. Ew diyar dike ku hejmara doktor û hemşîreyan a li Swêdê tu caran evqasî bilind nebûbû û balê dikişîne ser şêweyê tayînkirin û bikaranîna personel.

Li gora wezîr Wikström eger organîzekirina personel a li navendên tenduristiyê baştir bibe û tedawiya tenduristiyê ya berlêgir were pêşve birin rewş dê gelekî baştir bibe.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista