Claudio Bresciani/TT.
Wezîra karûbarên derve Margot Wallström. Wêne: Claudio Bresciani/TT.

Wallström: Tehdîdên Rûsyayê nayêne qebûl kirin

Hikûmeta Swêdê ji ber gotinên wezîfedarên rûsî yên li ser Swêdê dengê xwe li sefîrê Rûsyayê yê li Stockholmê dike.

 

Berdevka wezîrê karûbarên derve yê Rûsyayê Maria Zaxarova diyar kiribû ku eger Swêd bibe endamê NATO’yê ew ê bi encamên siyasî û lêşkerî re rû bi rû bimînin.

Van gotinan hikûmeta Swêdê gelekî aciz kirine û wezîra karûbarên derve ya Swêdê Margot Wallström ji rojnameya Expressenê re dibêje ku wan mesajeke zelal daye sefîrê rûsî Viktor Tatarinçev, û nîşan daye ku ev tehdîdên wiha yên ji Rûsyayê nayêne qebûl kirin.

Li aliyê din serokê artêşa Swêdê Micael Bydén dibêje ew ji ber gotinên Rûsyayê ne biendîşeye, lê çalakiyên din ên Rûsyayê wan bi endîşe dike.

Margot Wallström diyar dike ku ev demeke dirêj bû têkiliyên Swêd û Rûsyayê weke vêga  necemidîbûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".