Zilamên nazîst cezayê girtîgehê standin

Zilamê endamê rêxistina nazîst Nordfront ku berî du salan li Kärrtorpa li Stockholmê êrîşî xwepêşandêrên li dijî rasîzmê kiribû îro bi 6 mehên girtîgehê hate ceza kirin.

Ev zilam herwiha berpirsê malpera Nordfrontê ye. Bi vî zilamî re 5 kesên din jî ji ber tevlîheviya bi şidet hatine ceza kirin. 4 ji van kesan cezayê girtîgehê û yekî jî cezayê çavdêrîkirinê standin.