Björn Larsson Rosvall/TT
Wêne: Björn Larsson Rosvall/TT.

Tîma jinan îro diderkeve hemberî Moldovayê

Îro li saet 15:00’an tîmê jinan ê neteweyî yê fûtbolê yê Swêdê ji bo maça astbilindkirinê bi Moldova re dilîze. Bi vê maçê dê diyar bibe ka tîmê swêdî dê karibe di şampiyoniya Ewropayê de bilîze yan ne.  

Ev cara yekem e ku tîma swêdî bi Moldovayê re dilîze. Moldovayê di şampiyoniyên navneteweyî de ticaran xwe negihandiye maça astbilindkirinê û di rêzkirina cîhanî de dikeve cihê 102’an de. Swêd di heman rêzkirinê de dikeve cihê 7’an.

Şampiyoniya Ewropayê ya fûtbolê ya jinan sala 2017’an di navbera 16’ê meha 7’an û 6’ê meha 8’an li Hollandayê tê li dar xistin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista