LIDL mewîjên bi jahr dide hev

Marketa xwarinê LIDL mewîjên markaya Bebake bi paş ve dixwaza. Sedema berhevkirina mewîjan madeya hefnikê ochratoksin A ye ku ji ber mîqdara zêde ya di van mewîjan de dikare zerarê bide mirov.

Tarîxa dawîn a bikaranînê ya pakêtên mewîjan ku LIDL dide hev 18.03.2016 e. Ev pakêt ji hemû marketên LIDL hatine rakirin û şirket diyar dike ku kesên ev mewîj kirîne divê wan bi paşve îadeyî dikanê bikin.