Nikos Halkiopoulos/TT
Wêne: Nikos Halkiopoulos/TT.

Parlamentoya Ewropayê li ser levakirina penaxwazan yekdeng e

Parlamentoya Ewropayê îro li ser levakirina 120 000 penaxwazan li hev kir. Heftiya buhurî pêşniyaza levakirina penaxwazan hate kirin û îro bidengdanê biryareke erênî hate derxistin.

Di heman demê de Danîmarka û Polonyayê jî ragihandine ku ew bi dilxwazî beşdarî levakirinê dibin. Danîmarka herwiha 250 milyon kronên danîmarkî ji bo alîkarîkirina penaberên li herêmên şer pêşkêş dike.

 

Ti maneya hiqûqî ya vê dengdanê nîne, lê endamên parlamentoyê hêvî dikin ku ev ê hinekî zorê li welatên weke Macaristan (Hûngarya) û Slovakyayê ku naxwazin penaxwazan werbigirin bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista