hilbijartin
Wêne: Privat

Maweya dengdana li Stockholmê vê carê 2 roj in

HevwelatiyênTirkiyeyê ku li Swêdê dijîn ji bo hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê dikarin 24 û 25’ên meha 10’emîn (şemî û yekşemê) li Kistamässanê deng bidin.

SefaretaTirkiyeyê ya Stockholmê vê agahiyê li ser malpera xwe û rûpelê xwe yê li ser Facebookê dinivîse. Sefaret herwiha radigihîne ku hevwelatiyên Tirkiyeyê dikarin bi rêya telefonê jî li ser pêkanîna hilbijartin û dengdanê agahiyê bistînin.

Di hilbijartinên buhurî de hevwelatiyên Tirkiyeyê yên li Swêdê dikarîbûn tenê di rojekê de deng bidin û ev dihate rexne kirin, lê vê carê ev mawe bûye 2 roj. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista