#flyktvägen (rêya koçê). Wêne: Radyoya Swêdê
#flyktvägen (rêya koçê). Wêne: Radyoya Swêdê

Radyoya Swêdê peyamnêr ji bo şopandina koçê tayîn dike

Radyoya Swêdê xebatên xwe yên şopandina koça li cîhanê û rewşa penaberan bi pêş ve dibe. Loma radyo ji bo vî karî peyamnêrekî/e taybet tayîn dike.

Radyoya Swêdê ji aliyê peyamnêrên xwe yên li cîhanê ve di nav welatên Skandînavyayê de şirketa herî mezin a medyayê  ye. Herwiha li seranserê Swêdê jî 25 stasyonê wê yên herêmî hene.

Bi trajediya penaberan a li Ewropa û cîhanê re Radyoya Swêdê vêga eşkere dike ku ew ê peyamnêrekî/e koçê tayîn bikin ku dê koça li cîhanê û rewşa penaberan bişopîne.

Şefa şopandina derveyî welat a beşê nûçeyan a Radyoya Swêdê Ginna Lindberg dibêje bi vî awayî em dixwazin deng û dîmenên penaberan parve bikin û çîrok û qedera wan a şexsî bigihînine guhdarên  xwe. Armanc herwiha şopandina rewşa rêyên koçê û raporkirineke sîstematîk a koçê ye.

Ginna Lindberg berdewam dike û dibêje rewşa welatên ku mirov jê direvin, çareseriyên koçê, pêşwazîkirina penaberan a li Ewropayeke li ser mijarê belawela, wergirtin û bicihkirina penaberan a li Swêdê xalên sereke yên şopandina koçê ne. Peyamnerê/a koçê dê hem li cîhanê hem jî Swêdê van pirsan bişopîne û bi deng û dîmenan rapor bike.

Peyamnêr dê ji bo salekê were wezîfedar kirin û karkerekî/e ku ji vêga ve li Radyoya Swêdê kar dike dê were tayîn kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista