Czarek Sokolowski / AP.
Ji havîna buhurî hêzên NATO'yê li Polonyayê temrînan dikin. Wêne: Czarek Sokolowski / AP.

Swêd ji bo artêşeke elît a şer tê xwestin

Brîtanya dixwaze di nav NATO’yê de Swêdê beşdarî hêzeke artêşî ya taybet bike da ku bo mînak di şerekî muhtemel ê li herêma Baltikê karibe mudaxale bike. Rojnameya Svenska Dagbladet dinivîse ku ev agahî ji bîrnameyeke veşartî ya hikûmetê hatiye girtin.

Ev hêza artêşî dê ji 10 000 leşkeran pêk were û dê ji aliyê Brîtanyayê ve were bi rê ve birin. Li gorî agahiyên rojnameyê ev artêş dê li gorî standard û doktrînên NATO’yê tev bigere û Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekgirtî jî dê karibin ji vê artêşê îstîfade bikin. Ev hêza artêşî weke JEF, Joint Expeditionary Force tê bi nav kirin.

Bîrnameya ku vê agahiyê piştrast dike par ji aliyê ataşeyê parastinê yê Swêdê li Londonê hatiye nivîsandin  û vêga li cem wezîrê parastinê Peter Hultqvist e. Ataşe ji rojnameyê re dibêje ku beşdarbûna Swêdê ya di vê artêşê de bi dilê Brîtanyayê ye, lê biryara dawî ji aliyê hikûmeta Swêdê ve tê dan.

Allan Widmanê ji Partiya Gel ku li parlamentoya Swêdê serokê komîsyona parastinê ye dibêje ew dibînin ku Swêd nêzîkî çalakiyên NATO’yê dibe, lê hikûmet vê veşartî dimeşîne û nîqaşan li ser vê mijarê bi komîsyona parastinê re nameşîne. Partiya Gel bi xwe endambûna Swêdê ya NATO’yê dixwaze.

Wezîrê parastinê Peter Hultqvist ji rojnameya Svenska Dagbladetê re dibêje ku wan ji bo beşdarbûna Swêdê ya di JEF’ê de ti vexwendinên resmî wernegirtine û ji aliyê hikûmetê ve ti amadehî li ser vê mijarê nayêne kirin.

Allan Widman bi guman li gotinên Hultqvist dinêre û dibêje ev lîstikeke peyvan e. Widman dibêje di rewşên wiha de heta hertişt ne amade be tu vexwendinên resmî nayêne kirin û li gorî wî amadehiyek ji bo beşdarbûnê heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista