Magdalena Andersson, Stefan Löfven och Carin Jämtin. Foto: Erik Mårtensson/Henrik Montgomery/TT.
Magdalena Andersson, Stefan Löfven och Carin Jämtin. Wêne: Erik Mårtensson/Henrik Montgomery/TT.

Alîkariya zarokan nayê zêde kirin

Alîkariya pereyî ya zarokan îsal nayê zêde kirin. Partiya Sosyaldemokratan soza xwe ya hilbijartinan bi cih nayêne.

 

 

Sozeke sereke ya Partiya Sosyaldemokratan a hilbijartinan zêdekirina alîkariya pereyî ya zarokan bû. Partiyê qewl kiribû ku ew ê sala 2016an alîkariya zarokan bi 100 kronî zêde bikin.

 

Hikûmetê hê ti agahî li ser vê xalê nedaye, lê di budceya payîzê de ku dê roja duşemê were pêşkêş kirin ti pere ji bo vê nehatiye veqetandin. Ev tê wê maneyê ku sala pêşiya me alîkariya zarokan weke xwe dimîne, ango heyvê 1050 kron.

 

Eger hikûmetê zêdebûn bi cih anîbane mesrefa wê dê salê 2 milyar kron bane.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista