Foto: TT
Wêne: TT

Fînland ji bo penaberan pasajekê ava dike

Fînland heftiya were çend sed metreyan nêzîkî bajarê swêdî Torneå ku li ser sînor e pasajekê ji bo wergirtina penaberan vedike.

Ev pasaj ji ber hejmara zêde ya penaberan ji bo demeke diyar tê vekirin û bi taybetî penaberên ku nasnameya wan nediyar e dê karibin heta 7 rojan li vir bimînin.

Beşekî mezin ê penaxwazên ku têne Swêdê bêyî ku serî li penaberiyê bidin dixwazin biçine Fînland û Norwecê ji ber ku şertên penaberiyê li van herdu welatan baştir in.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".