Fredrik Sandberg/TT
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Hikûmet dixwaze dana deynan hesan bike

Sivikkirina deynan dê rehettir bibe û qaîdeyên şirketên krediyan dê werine jidandin. Ev herdu xal ji pêşniyaza hikûmetê ya li dijî deyndariya bilind in.

Hikûmet dixwaze di budceya payîzê de du salan li ser hev 10 milyon kronan û peyre jî her sal 15 milyon kronan extra bide Daîreya Îcrayê (Kronofogden). Ev pere dê bi taybetî ji bo xebatên li ser sivikkirina deynan werine bi kar anîn.

Bi pêşniyazê tê hêvî kirin ku serîlêdanên ji bo sivikkirina deynan dê hesantir bibe û sifirkirina deynan jî dê zûtir pêk were.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".