Jessica Gow/TT.
Wêne: Jessica Gow/TT.

Mesrefa kesên nexweşnivîsî bilind e

Ji bo ku karibe ji heqî mesrefên karkerên nexweşnivîsî derkeve hikûmet ê her sal 250 milyon kronan zêde bide Kasaya Sîgortayê. Pêşniyaza zêdekirina mesrefê dê di budceya payîzê de cih bigire ku dê vê duşemê were pêşkêş kirin.

Li gorî Kasaya Sîgortayê mesrefên nexweşnivîsan dê heta 2019an ji sedî 50 zêde bibin û di heman demê de hejmara rojên nexweşnivîsî yên bipere ji sala 2008an heta vêga tu cara bi vî awayî bilind nebûbû.  

Ji ber vê zêdebûnê wezîra sîgortayên sosyal Annika Strandhäll dixwaze heta 2019 salê 250 milyonên zêde bide Kasaya Sîgortayê.

Hikûmet herwiha ji bo kesên nexweşnivîsî vegerîne ser kar plan dike vê payîzê programeke tedbîran pêşkêş bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista