Bertil Ericson/TT.
Wêne: Bertil Ericson/TT.

Bahnhof agahiyên mişteriyan nade polîs

Operatora telekomê Bahnhof ji îro û pê de agahiyên mişteriyên xwe yên bikaranîna înternetê teslîmî polîs nake. Di rewşên sûcên weke teror û kuştinê de ku weke sûcên cidî têne dîtin nakevine bin biryara şirketê de.

Midûrê giştî yê Bahnhofê Jon Karlung dibêje Dadgeha Ewropayê di vê mijarê de li aliyê me ye. Di nivîsekê ku di rojnameya Svenska Dagbladetê hatiyê weşandin de ew diyar dike ku berhevkirina agahiyan ku pêşî bi agahiyên li ser sûcên qetliyamê dest pê kir vêga bûye berhevkirina sîstematîk a agahiyên kesane.

Jon Karlung dinivîse ku eger zor li wan were kirin ew dikarin hemû agahiyan heta hetayê ji holê rakin.  

Jon Karlung herwiha tîne bîra me ku wan par 8ê nîsanê piştî biryara Dadgeha Ewropayê depokirina agahiyên bikaranîna înternetê daye sekinandin û çend şirketên din jî pey wan re wisa kirine.

Daîreya Posta û Telefonê piştî sekinandinê bi zorê depokirin dabû dest pê kirin. Jon Karlung dibêje vêga em agahiyan depo dikin, lê qaîdeyên me yên  li ser teslîmkirina wan dijwartir in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista