Tomas Oneborg/TT.
Mirov dikare li navenda bajêr bisiklêt biajo. Wêne: Tomas Oneborg/TT.

Roja şemiyê Stockholm bêerebe ye

Siba, roja şemiyê, li Stockholmê roja bêerebe ye. Erebe dê nikaribin bikevine navenda bajêr û bajarê kevin (Gamla stan). Kampanyaya roja bêerebe beşek ji kampanyaya mezintir a ewropî ye. Lê herkes ji vê kampanyayê ne memnûn e. 

Stefan ku bi erebeyê  tê bajêr gelekî aciz xuya dike û dibêje ev fikreke bêaqilane ye. Li gorî wî erebe beşekî civakê ne û bêyî wan jiyan nabe.

Daniel Helldénê ji Partiya Jîngehê ku li şaredariya Stockholmê encamê meclisê û berpirsê trafîkê ye dibêje em dixwazin bibînin ka bajarek bê erebe çawa xuya dike.

Siba mirov dikare bi bisiklêt an jî bi taksiyê li nava bajêr bigere, yan jî mirov dikare bimeşe. Eger mirov kêmendam be mirov dikare erebeya xwe bi kar bîne.

Joel Kristensson ku li firinekê kar dike weke Stefan dibêje ev fikr bi temamî bêaqilane ye. Ew diyar dike ku divê ew berhemên xwe teslîmî dikanan bikin û bêerebe ev ne mumkin e. Şaredariyê jê re gotiye berhemên xwe bi bisiklêt teslîm bike, lê ew dibêje ev ne mumkin e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista