Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Penaberî

Tu caran ewqas mihacir nehatine Swêdê

Hat weşandin måndag 21 september 2015 kl 14.45
wêne: Jonas Ekströmer/TT
Rojê nêzîkê 1000 kesî têne Swêdê. wêne: Jonas Ekströmer/TT

Hejmara kesên penaber ku têne Swêdê tu caran ewqas zêde nebûbû. Hejmara kesên ku di nav 7 rojên dawî de serî li penaberiyê xistine 6901 kes e.

Cara dawî ku pir penaber hatine Swêdê di şerê Balkan yê 1992ê de bû. Lê Mikael Ribbenvik ji Daîreya Koçê ji SVT re dibêje hejmara penaxwazan hingî jî ji niha kêmtir bû.

 

Di şerê Balkan yê 92ê de 84 000 kesan daxwaza penaberiyê li Swêdê kirin. Hejmara penaxwazên îsal heta niha 60 000 e, lê di van rojên dawî de ew bi xurtî bilind bûye.

 

Meqamên resmî rewşê mîna ”rûdaneke taybet” bi nav dikin û rêvebiriyek taybet xistiye dewrê. Yek ji hedefan ew e ku ji bo her kesê tên xanî bêne peyda kirin. Daîreya Koçê ji bo meclîsên wîlayetan daxwaznameyek şandiye bê ew çawa dikarin cî peyda bikin. 

Hejmara penaxwazan di van heftiyên dawî de:

Heftiya 34: 2761

Heftiya 35: 3173

Heftiya 36: 3236

Heftiya 37: 4505

Heftiya 38: 6901

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".