Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Centerpartiet

Partiya Navendê kongireya xwe li dar dixe

Hat weşandin torsdag 24 september 2015 kl 10.11
Centerpartiets logotyp. Foto: Claudio Bresciani/TT
1 av 2
Logoya Partiya Navendê, Centerpartiet. Wêne: Claudio Bresciani/TT
Nato:s generalsekreterare Jens Stoltenberg. Foto: Geert Vanden Wijngaert/TT.
2 av 2
Serokê giştî yê yekîtiya Natoyê, Jens Stoltenberg. Wêne: Geert Vanden Wijngaert/TT.

Îro kongireya Partiya Navendê, Centerpartiet, dest pê dike.

Yek ji pirsên herî giring ku dê werin minaqeşekirin, helwesta partiyê derbarê endametiya Swêdê di yekîtiya leşkerî ya Natoyê de, ye.

Tê zanîn ku heta berî çend mehan jî, partî li dijî endametiya Swêdê di tu yekîtiyên leşkerî de bû, lê berî mehekê serkêşiya partiyê nivîsek belav kir, ku dibêje gerek Swêd bibe endama Natoyê. Lê hîn jî ji 4 endamên serkêşiyê, endamek naxwaze Swêd bibe endama tu yekîtiyên leşkerî.

Di kongireyê de, parlamenterê partiyê di Yekîtiya Ewropî de, Fredrick Federley, dê were hilbijartin bo cîgirê duyem yê seroka partiyê. Wî ji bo rojnameya Svenska Dagbladet gotibû ku gerek ew tirsa ji danûstandina bi partiya Demokratên Swêdê re were rakirin.

Wî got ku hikûmetek burjuwa gerek xwe neke bi hacetî piştgiriya Demokratên Swêdê, lê dîsan jî, gerek danûstandin û lihevkirinek bi wan re, di pirsên girîng de, hebe, ji bo ku piraniyeke dengan ji bo pêşniyazên girîng çê bibin.

Seroka partiyê Annie Lööf dê di kongireyê de beşdar nebe, ji ber ku nih zarok jê re çê bûye. Kongire li bajarê Falunê li Dalarna, ji 24-27 mehê li dar e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".