En stridsbåt 90 på Nämdöfjärden i Stockholms skärgård under en ubåtsjakt i september 2014. Foto: Pontus Lundahl /TT.
Wêne: Pontus Lundahl /TT.
Hêza parastinê:

Sînorê ava Swêdê hate derbaskirin

Li gor analîzeya dawî ya hêza parastinê, bi kêmanî noqaveke biyanî derbasî ava navxweyî ya Swêdê bûye.

Bingeha vê nirxandinê ya îro ji ya wê demê cuda ye, û ji bo wilo hêza parastinê dikare vê agahiyê piştrast bike.

Ev analîze meha 10 ya sala çû dest pê kir, dema ku agahî û hin wêne hatin, ku dihat gotin ê noqaveke biyanî bû. Lê li gor vê analîzeyê, ew noqav bi tu şêweyî nebû bingeha vê analîzeyê, û li gor daxuyaniya hêza parastinê, ew agahî ji bo vê analîzeyê ne relevant bû.

Ev analîze çû ber destê hikûmetê. Hikûmetê derbarê vê yekê got ku ev analîze îsbat dike ku ewleyîya Swêdê xerabtir dibe.

Di analîzeyê de ne hat nivîsandin bê kîjan welatî ev noqav şand Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".