Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

(M) û (S) li ser hev kêmtir ji 50%

Hat weşandin torsdag 24 september 2015 kl 15.30
Partiledarna Stefan Löfven (S) and Anna Kinberg Batra. Foto: Claudio Bresciani /TT.
Stefan Löfven (S) û Anna Kinberg Batra. Wêne: Claudio Bresciani /TT.

Herdu partiyên herî mezin ên di parlamêntoyê de, wate Sosyaldemokrat û Moderat, li ser hev kêmî 50% ji dengan qezenc kirin, li gorî lêkolîneke raya giştî ji aliyê şirketa Ipsosê.

Ji gava ku lêkolînên Ipsosê 1979an dest pê kir, cara pêşî ye ku hejmara van herdu partiyan li ser hev wisa kêm dibe, li gor rojnameya Dagens Nyheter.

Sosyaldemokrat 27,3% ji dengan anî, eynî hejmara ji bihara çû ve. Piştgiriya ji bo Moderatan bi qasî 22,5% ye. Partiya navendê 7,1%, hejmara herî bilind di van 8 salên dawiyê de. Demokratên Swêdê 16,7% ji dengan anî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".