wêne: Mostafa Naiem / TT
wêne: Mostafa Naiem / TT

Ji ber felaketa li Hecê Siûdî tê rexne kirin

1600 heciyên swêdî li Mekihê ne. Wezareta Derve ya Swêdê radigihîne ku ew bi kuştina tu heciyên swêdî bi xwe heta niha nehesiyane. 

Di qezaya duh ya li Mekihê de zêdetir ji 700 hecî hatine kuştin û 800 jî birîndar bûn. Wezareta Derve ya Swêdê radigihîne ku ew bi kuştina tu heciyên swêdî bi xwe heta niha nehesiyane. 

Ji ber felaketa duh rexneyên tund li Erebistana Siûdî têne kirin ku wan ewlekariya pêwist li Mekihê negirtine. Serokê konseya misilmanên Swêdê Elvir Gigovic dipirse bê gelo bi rastî Siûdî dikare ji bin barê ewqas hecî rabe. 

Tê texmîn kirin ku derdorê 1600 swêdî ji bo kirina hecê li Mekihê ne. Sefareta Swêdê ya li Siûdî niha derbarê rewşê û heciyên swêdî de agahiyan berhev dike. 

Duh danê sibê du refên mezin yên heciyan li nêzîkê Mekihê pêrgî hev hatin. Ji ber sebebên ku hêj nayê zanîn panîk derket, wan pêl hev kirin û di dawiyê de gelek kes hatine kuştin. Berya niha jî li hecê qezayên wiha rû dane, lê ev felaketa herî mezin ya 20 salên dawî bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".