Division1 Norras tabell vecka 40, Dalkurd leder
Heftiya bê li saheya xwe Dalkurd dê li hember Nyköping bilîze.
Spor û werzîş

Dalkurd nêzîkê superettan e

Dalkurd niha bi deh pûanên zêde serkêşiya Division1 Norra dike.

Duh li saheya Domnarvsvallen ya Borlänge herdu taximên bajêr hatine beramber hev. Bi temaşekirina 2700 kesî û di nav heyecaneke mezin de maç hate lîstin. Golên Dalkudê Ahmed Awad, Alexander Ekblad, Mattias Mete (2) avêtin.

Niha ji dawîbûna sezonê re pênc maç mayî Dalkurd bi deh pûanan li pêşiya taximê bin re Akropolîs e. 

Heta niha taximên Division1 21 maçan lîstine. Dalkurd 14 ji van qezenc kirine û 7 wek hev mane. Vê sezonê Dalkurdê tu maç winda nekirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".