Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Sheila Watt-Cloutier, Kanada. Foto: Chris Windeyer, The Canadian Press
1 av 3
Sheila Watt-Cloutier, Kanada. Wêne: Chris Windeyer, The Canadian Press
Tony A. de Brum, Marshallöarna. Foto: Richard Drew, TT/AP
2 av 3
Tony A. de Brum, Giravên Marshall. Wêne: Richard Drew, TT/AP
Gino Strada i Afghanistan. Foto: Marco Di Lauro / AP
3 av 3
Gino Strada li Efxanistanê. Wêne: Marco Di Lauro / AP

Xelatên Nobela alternatîv têne belav kirin

Îro wergirên xelata right livelihoodê têne eşkere kirin ku weke xelata alternatîv a Nobelê tê dîtin. Çar kes, du jin û du mêr, ji bo xebatên wan ên li ser guhertinên avûhewayê, çekên atomî û mafên mirovan têne xelat kirin.

Doktorê îtalyan Gino Strada ku hevsazkerê rêxistina alîkariyê Emergencyê ye ji bo alîkariya xwe ya bijîşkî ya li herêmên şerên dijwar ên cîhanê tê xelat kirin.

Berxwedêra mafên mirovan Kasha Jacqueline Nbagasera ji bo berxwedana xwe ya rikdar a ji bo mafên kesên HBTQ’yê li Ûgandayê tê xelat kirin.

Sheila Watt-Cloutier a kanadayî, ji bo xebatên xwe yên temendirêjî yên parastina mafên gelê înûyît ê Arktîsê tê xelat kirin ku di bin tehdîda encamên guhertinên avûhewayê de ne.

Xelata rûmetê ya salê ji bo gelê Giravên Marshallê û wezîrê wan ê karûbarê derve Tony de Brom tê veqetandin . Ev welat li hemberî çekên atomî li ber xwe dide û di vê çerçoveyê de ji ber ku wan qewlê xwe yên li ser van çekan bi cih neanîne hêzên ku çekên atomî çê dikin  derxistine ber Dadgeha Navneteweyî ICJ. Di heman demê de Tony de Brom jî xebatên xurt ên li dijî çekên atomî dimeşîne.

Xelat 30 meha 11an têne belav kirin.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".