Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

"Swêd dikare tezmînatê ji Volkswagenê bistîne"

Hat weşandin torsdag 1 oktober 2015 kl 14.17
Magdalena Andersson (S). Foto: Patrik Stollarz/Bertil Ericson/TT.
Wezîra ekonomiyê Magdalena Andersson (S). Wêne: Patrik Stollarz/Bertil Ericson/TT.

Dewleta Swêdê dikara ji ber sextekariya pîvana gazê tezmînatê ji Volkswagenê bistîne. Ji ber ku heye dewlet ji aliyê bacê ve hatibe xapandin.

Rojnameya Dagens Nyheterê dinivîse ku gelek ji 200 hezar otomobîlên Volkswagenê ku li Swêdê hatine firotin ji ber ku bi awayekî nerast weke ji jîngehê re baş hatine nîşandan, heye arzaniya bacê standinbin. Loma dewleta Swêdê dikare daxwaza tezmînatê ji Volkswagenê bike.

Wezîra ekonomiyê Magdalena Andersson diyar dike ku rewş dê were lêkolîn kirin da ku were dîtin ka zerara ekonomîk ku ji ber kêmkirina bacê gihiştiyê Swêdê çiqas e û ku lazim be tedbîrên mumkin dê werine bi cih anîn.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".