Cecilia Ingvarsson/Sveriges Radio.
Wêne: Cecilia Ingvarsson/Sveriges Radio.

Stargeha penaberan ji bêperetî tê girtin

Stargeh penaberan a li Nobelbergeta li Sicklaya li derveyî Stockholmê ji ber nebûna îmkanên pereyî tê girtin. Rêxistina Refugees Welcome Stockholm ku ev stargeh bi rê ve dibir diyar dike ku ji bo wergirtina penaberan pereyên wan nînin.

Vêga 400 penaber li vê stargehê dimînin. Piraniya wan penaberên transît in, ango ew ji bo herine welatên weke Norwec û Fînlandê di Swêdê re derbas dibin, loma ti berpirsiyariya dewleta Swêdê li ser wan nîne.

Mesrefa rojane ya stargeha wergirtina penaberan 100 hezar kron e. Rêxistinê heta niha bi alîkariyan ev der bi rê ve biriye, lê vêga ji ber nebûna pereyan cih tê girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".