Anna Skarhed - wêne: Patrik Lestander/TT
Anna Skarhed - wêne: Patrik Lestander/TT

Giliyê li hember Federasyona komeleyên tirk qebûl nebû

"Biryar nedicîde ye"
1:05 min

Mifetişiya Hiqûqê (Justitieskanslern) gilîkirina li ser Federasyona Komeleyên tirk ya ji ber tehrîqkirina li dijî komên gelî, ku ji aliyê komeleyên kurd, suryanî û ermeniyan ên li Swêdê ve hatibû kirin, red dike û ti lêkolîn an miayide nayêne bi cih anîn.

 

Federasyona komeleyên tirk li Swêdê (Turkiska riksförbundet) ji ber hin daxuyaniyên xwe yên li ser malpera xwe û fîlmên li ser Youtubeê li cem Mifetîşiya Hiqûqê hatibû gilî kirin. Sedema gilî heqaret û tehrîqên li dijî kurd, suryanî û ermeniyan bû.

Di bersiva Mifetişiya Hiqûqê ya ku ji gilîkeran re hatiye şandin de dinivîse ku daxuyaniyên ku li dijî qanûnê tên nehatine peyda kirin û ev weke azadiya îfadekirina fikran ya li ser înternetê tê dîtin.

 Rojnamevan Kurdo Baksi biryara Mifetişiya Hiqûqê nedicîde dibîne û diyar dike ku ev ê bike ku êrîşên wiha yên li ser kurd, suryanî û ermeniyan li Swêdê dê berdewam bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".