Abdeljalil Bounhar/TT.
Wêne: Abdeljalil Bounhar/TT.

Mexrîb Swêdê bi boykotê tehdîd dike

Eger Swêd Sehraya Rojava weke dewlet nas bike em ê hemû şirket û berhemên swêdî boykot bikin. Ev tehdîd ji aliyê hikûmeta Mexrîbê ve tên ku van rojên dawî zêdetir têne bihîstin.

Di daxuyaniya hikûmeta Mexrîbê de tê nivîsandin ku ne tenê ji ber planên Swêdê yên naskirina Sehraya Rojava weke dewlet, lê herwiha ji ber ku Swêd berhemên ji vê herêmê boykot dike û dixwaze welatên din ên Ewropayê jî ji bo vê teşwîq bike ev peyam tê şandin.

Parlamentoya Swêdê sala 2012an biryar da ku Swêdê Sehraya Rojava weke dewlet nas bike. Vêga hikûmet biryarê careke din kontrol dike û wezîra karûbarên derve Margot Wallström diyar dike ku naskirinek ne aktuel e. Lê hikûmeta Mexrîbê dixwaze nîşan bide ku ew cidî ne û duşema buhurî vekirina firoşgeha IKEA’yê ya li Mexrîbê ji aliyê daîreyên mexrîbî ve hate sekinandin.

Piştî vê bûyerê malbata qraliyetê ya Mexrîbê ji bo nîqaşkirina rewşê delegasyonek şande Swêdê ku li Mexrîbê weke şansê dawîn ê normalkirina têkiliyên Swêd û Mexrîbê tê nirxandin.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".