Kustbevakning
Wêne: Kustbevakning.

Dewriyeya swêdî ya xelaskirinê diçe Deryaya Spî

Tîma nobedariya deryayê ya swêdî careke din li Deryaya Spî li ser kar e.  Dewriyaya swêdî dê  çavdêriya sînorê deryayî yê navbera Tirkiye û Yûnanistanê bike da ku penaber karibin bigihine berriyê.

Xebata dewriyeyê dê heta nîvê meha 12an berdewam bike û berpirsê operatîv ê dewriyeyê ji ajansa nûçeyan TT re diyar dike ku ew ê hay jê hebin da ku ti penaber nemirin û wezîfeya wan a herî girîng jî ev e. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".