Göran Hägg-Jessica Gow
Göran Hägg. Wêne: Jessica Gow

Nivîskarê swêdî Göran Hägg mir

Nivîskarê swêdî Göran Hägg çû ser dilovaniya xwe. Hägg roja şemiyê ji nişka ve li Îtalyayê nexweş ket û 30ê meha roja çarşemê mir.

Göran Hägg doçentê wêjenasiyê bû û gelek kitêbên li ser belaxatê nivîsîne ku yên herî girîng Praktisk retorik (Belaxata pratîk) û Retorik i dag (Belaxata roja me) in. Hägg sala 1972an bi kitêba xwe ya helbestan a bi navê Ögon (Çav) dest bi wêjeyê (edebiyat) kir û kitêba wî xelata wêjeyê ya Aftonbladetê wergirt.

Göran Hägg herwiha debator, rexnegir bû û piyesên radyoyê jî nivîsîne. Kitêbên wî yên li ser dîrok û kultura Îtalyayê hene.

Göran Hägg 68 salî bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".