Odeya bazirganiya ya Stockholmê. Wêne: Hasse Holmberg/TT
Odeya bazirganiya ya Stockholmê. Wêne: Hasse Holmberg/TT

Ji karkerên bi eslê xwe biyanî nayê îstîfade kirin

"Zanyariyên zimanî gelekî girîng in"
2:32 min

Şirketên swêdî dikarin bi xêra karkerên bi eslê xwe biyanî yên xwediyê perwerdehiya bilind bazirganiya xizmetê ya derveyî welêt bi pêş ve bixin.

Di îxraca xizmetê de kêşeyên gumrikê nînin, lê gorî ekonom Andreas Hatzigeorgiou û Magnus Lodefalk ku li ser mijarê di kovara Ekonomisk Debattê de meqaleyek nivîsîne, ziman û fêmkirina kultura welat di îxrackirina xizmetê de gelekî girîng e.

Ew dibêjin ji vî alî ve kêmasiyên zanyariyê li cem şirketên swêdî hene û ev, îxracata xizmetê  asteng dike.

Îxracata xizmetê her ku diçe mezintir dibe, loma van herdu ekonoman xwestine bizanin ka astengiyên îxracata xizmetê çi ne.

Wan li statîstîkên di navbera salên 1998 û 2007’an de nêrîne û dîtine ku girêdaneke pozîtîv di navbera hejmara karkerên şirketan ên bi eslê xwe biyanî û biserketina îxracata wan a xizmetê de heye.

Andreas Hatzigeorgiou dibêje di hin branşan de ku şirketê îxracata xizmetê dike karkerekî bi eslê xwe biyanî yê bi perwerdehiya bilind bigire kar, îxracat dikare heta ji sedî 18 zêde bibe.

Andreas Hatzigeorgiou dibêje li aliyê din hejmara kesên bêkar ku bi eslê xwe biyanî ne li Swêdê li gorî welatên din gelekî zêdetir e û li gorî wan ev kêşeyeke mezin e.

Ew dibêje herçiqasî ku xebatên hikûmetê yên li ser pêşvebirina îxracatê baş jî bin, li wir jî kêmasiyeke jêîstîfadekirina potansiyela karkerên bi eslê xwe biyanî yên li Swêdê heye.

Andreas Hatzigeorgiou dibêje divê hikûmet van nêrînên cuda bibîne û bifikire ka  ji bo Swêd di îxracatê de bi pêş bikeve çawa dikare  ji hevwelatiyên xwe yên bi kompetensên navneteweyî îstîfade bike.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".