Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Lêkolîneke nû:

”Deverên derveyî bajêr, ku hatine jibîrkirin”

"Kesên zû nakevin nav civakê de, tên avêtin bo wan deveran"
3:15 min
rinkeby stockholm. Foto: Vilhelm Stokstad/TT.
Devera Rinkeby ya ji derveyî Stockholmê, yek ji deverên lêkolîn li ser hatiye kirin. Wêne: Vilhelm Stokstad/TT.

Hejmara betalan li van deveran du carî li yên deverên din ên Swêdê ye, beşdarbûna di hilbijartinan de pir kêm e, û gelek şagirtên ku ehliyeta wan tune ye ku dest bi lîseyê bikin.

Ev çend nimûne, ji hin deverên derveyî bajaran li Swêdê ne. Û niha lêkoler ji hikûmetê dixwaze ku hin tedbîrên xurt bibîne, ji bo ku ev cudakirina di navbera navend û deverên derveyî bajaran de kêmtir bibe.

Sibe rapora ”Deverên derveyî bajêr, ku welatê me Swêdê ji bîr kirine” tê pêşkêşkirin. Wêneyên ku lêkoler Jan Edling dide, ji bo nasandina van deveran, wêneyine pir tarî ne û cihê nearamiyê ne. Edling, ku berî niha weke lêkoler ji bo Konfederasyona Sendîkayên karkerên Swêdê  kar kiriye, di lêkolîna xwe de li ser jiyana rojane ya 38 ji van deveran, sekiniye, ji Luleå li bakurê Swêdê bigir, heta Malmöyê li başûrê Swêdê. Jan Edling bi tundî siyaseta entegrasyonê di van 20 salên dawiyê de li Swêdê rexne dike:

-Jiyana li van deverên min lêkolîn lê kir, pir xirab e. Em nikarin derewan li xwe bikin û bibêjin ku Swêd welateke entegrekirî ye. Me ew dever ji bo armancekê bi kar anîne, ew jî ew e; Mirovên ku tên vir û zû nakevin nav civaka normal li Swêdê de, em wan davêjin wan deveran.

Li gor raporê, rêjeya betaliyê li van deveran gelekî bilind e. Û kesên ku ji nav wan kar dikin jî, bi meaşine kêmtir ji yên wekî din li welêt, kar dikin. Meaşê navincî ji bo kesên kar dikin, di 2013an de: Ji bo kesên li welêt bi giştî: 249 200 kron. Ji bo kesên li van deveran dimînin: 173 550 kron bûn.

Li devera Rinkeby ya ji derveyî Stockholmê, rêjeya kesên ku bi xwe dikarin kar bikin, lê betal û bêxwendin in, 40% ji xelkê wira ye. Ev rêje bi navincî li deverên ku lêkolîn lê hatiye kirin, 31,7% ye. Û ev rêje li welêt bi giştî 16,4% ye.

Tişteke din ku cihê nearamiyê ye, asta pir nizim ya xwendinê ye. Ji 3 şagirtên sinifa 9an, şagirtek nikare dest bi lîseyê bike, ji ber not yan jî dereceyên pir nizim.

Li gorî Edling, ev tawankariya ku di van salên dawiyê de li wan deveran tê dîtin, îsbateke li ser têkçûna siyaseta entegrasyonê li Swêdê, û gelek ciwan tawankarî û sûc weke karekî ji xwe re dibînin, ku dikarin pereyan jê qezenc bikin, ji ber ku ew dibînin çiqas ji bo mezinên wan zehmet e ku karekî peyda bikin.

Li gor Edling, çare ew e, ku komîsyoneke entegrasyonê were lidarxistin, û karekî ciddîtir ji bo gihîştina armancên entegrasyonê.

Elisabeth Svantesson, berdevka siyaseta perwerdeyê ya partiya Moderatan, dibêje ku guhertinek di siyaseta Swêdê de pêwîst e, ji bo ku ev cudakirin were şikandin:

- Em ji nû ve li siyaseta xwe dinerin û em dibêjin ku gerek em pêdiviya van kesan bi alîkariya sosyalê qut bikin. Gerek xwendin bibe şertek, û ji bo ku mirov alîkariya sosyalê jî bistîne, gerek bêhtir şert werin danîn. Ji bilî wilo, em dixwazin gavên nav kar ji van kesan re hesantir bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".