Drago Prvulovic/TT.
Drago Prvulovic/TT.

Lihevkirina koçê amade ye

Li şûna îqameya daîmî mafê îqameyê yê 3-salî tê
1:11 min

Serê vê sibihê lihevkirina koç û entegrasyonê ya ku partiyên rast û çepgir dike yek amade bû. Li şûna mafê rûniştinê yê daîmî, mafê rûniştinê yê demkî dê were dan.

Serê vê sibihê lihevkirina koç û entegrasyonê ya ku partiyên rast û çepgir dike yek amade bû. Lihevkirin ji nêzîkî 20 xalên cuda yên li ser polîtîkaya koç û entegrasyonê pêk tê û ji xeynî Partiya Demokratên Swêdê û Partiya Çep her 6 partiyên din ên di parlamentoyê de piştgiriya vê dikin.

Xaleke girîng a lihevkirinê li ser mafê rûniştinê yê penaberan e. Gelo bila weke niha mafê rûniştinê yê daîmî were dan, an gelo bila li şûna vê mafê rûniştinê yê demkî were dan. Li gorî lihevkirinê li şûna mafê rûniştinê yê daîmî, mafê rûniştinê yê 3-salî dê were dan, lê îstîsna ji bo penaberên zarok ên bitenê û ji bo malbatên bizarok tê kirin. Qaîdeyên koçkirina ximzan a ji bo Swêdê jî dê werine jidandin.  

Weke carê tê diyar kirin ku ji bo wergirtina penaberan dê zor li şaredariyan were kirin û 200 milyar kron  dê ji bo xebatên li ser krîza penaberan a li Ewropayê werine bexş kirin.

Tê diyar kirin ku ev lihevkirin dê ji bo hesankirina entegrasyona penaberên li welêt jî alîkariyê bike.

Dihate texmînkirin ku Partiya Çep jî dê piştgiriya van 20 xalan bikirane, lê partî xwe ji lihevhatinê dûr digire û dê li saet 13:00an îro di daxuyaniyekê de eşkere bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".