Lavin (Lawên). Wêne: Prîvat
Lavin (Lawên). Wêne: Prîvat

Xortê kurd Lavin weke qehraman tê dîtin

1:06 min

Xortê kurd Lavin Eskandar (Lawên) ku ji aliyê kujerekî rasîst ve li Trollhättanê li dibistana ku wî lê kar dikir hate kuştin, di medyayên civakî de weke qehreman tê dîtin.

 

Xortê kurd Lawên li dibistana Kronan a li Trollhättanê weke asîstanê mamosteyan kar dikir. Dema doh kujerê rasîst Anton Lundin bi maske û şûrê xwe êrîşî zarokan kir, Lawên xwe avête pêşiya wî da ku zarokan ji derbên şûrê wî xelas bike. Di heman demê de wî qîr kire zarokan da ku ew birevin. Şahid, bûyerê wiha radigihînin.

Lawên bi derbê şûrê kujer jiyana xwe ji dest da. Piştî agahiyên ji şahidên bûyerê li ser medyayên civakî Lawên weke qehremanekî tê îlan kirin.

Lawên herwiha ji bo nivîseke xwe ya ku par li ser Facebookê parve kiriye jî tê teqdîr kirin. Wî par havînê li ser rûpelê xwe bi swêdî wiha nivîsiye:

”Nefreteke zêde heye. Li şûna vê hez bike. Ev ji bo pêşerojê çêtir e.” (För mycket hat. Älska i stället. Bara bättre i längden.)

Kurekî 15 salî yê bi eslê xwe ji Somaliyayê jî bi êrîşên kujer jiyana xwe ji dest da. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista