Xanî hew têra penaberan dikin. Wêne: Fredrik Sandberg/TT
1 av 2
Xanî hew têra penaberan dikin. Wêne: Fredrik Sandberg/TT
Wezîrê koçê Morgan Johansson di civîna çapemeniyê de. Wêne: Jessica Gow / TT.
2 av 2
Wezîrê koçê Morgan Johansson di civîna çapemeniyê de. Wêne: Jessica Gow / TT.
Wezîrê koçê

"Xanî ji penaberan re neman"

1:52 min

Swêd hew dikare cihê manê ji penaberên ku nû tên re garantî bike û heye kesên ku nû tên bibihîzin ku ti cih ji wan re nîne. Wezîrê koçê Morgan Johanssonê sosyaldemokrat ev daxuyanî doh di civîneke çapemeniyê ya li ser krîza penaberan de da.  

Morgan Johansson diyar dike ku rewş gihaye sînorê dawiyê û hêvî dike ku ev daxuyanî dê hejmara penaberên ku têne Swêdê kêm bike.

Morgan Johansson dibêje, divê penaber bi xwe qerarê bidin ka ew dixwazin li Almanyayê bimînin ku li wir cihê manê ji wan re heye, an ew dixwazin werine Swêdê. Ew dibêje ez hêvî dikim ev ê hejmara penaberên ku têne vir kêm bike.

Johansson radigihîne ku li gorî texmînan Swêd ê îsal 160 000 penaberan werbigire û ev hejmara herî bilind a di tarîxa Swêdê de ye. Par 80 000 kesî serî li penaberiyê dabûn.

 Wezîrê koçê Johansson dibêje problema mezin a îro ew e ku hejmara kesên ku serî li penaberiyê didin zûtir zêde dibe û em nagihin xaniyan ji wan re eyar bikin.

Ew herwiha tedbîrên ku hikûmetê ji bo çareserkirina problemê girtine dihejmêre ku malên destekê yê ji bo penaberên zarok ên bitenê û kampên ku ji konan pêk tên çend ji wan in.

Johansson dibêje agahî îro gelekî zû belav dibe û ji ber vê pêla penaberan ku berê xwe dide Swêdê mezin dibe. Ew dibêje ku ew agahiyê li ser rewşa xerab a li Swêdê bidin belkî penaber careke din li ser planên xwe yên hatina Swêdê bifikirin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista