Stig-Åke Jönsson/TT.
Wêne: Stig-Åke Jönsson/TT.
Koç

Piştî kontrola sînor 1 600 kesî serî li penaberiyê da

"Gelek penaberên zarok tên"
2:26 min

Kontrolên sînor hejmara penaberên ku têne Swêdê kêm nake. Li gorî Daîreya Koçê 24 saetan piştî destpêkirina kontrola sînor 1 600 kesî li Swêdê serî li penaberiyê daye.

Îro li saet 11an hejmara nû ya penaberên ku hatine Swêdê hate guncandin. Encam nîşan dide ku ji roja pêncşemê piştî nîvro heta îro,roja înê, berî nîvro 1 600 kesî daxwaza penaberiyê kiriye.

Midûrê ragihandinê yê Daîreya Koçê Mikael Hvinlund diyar dike ku hejmar di 24 saetan de 1 600 kes e û ev ji van heftiyên dawiyê ne cuda ye.  

Ango piştî destpêkirina kontrola sînor ti guhertin di hejmara penaberan de çê nebûye.

Li gorî wezîrê karûbarên hindurîn Anders Ygeman ji bo nirxandina encaman hê zû ye. Lê ew dibêje belkî kesên ku berî niha diçûne Norwec û Fînlandê jî êdî ji ber ku destûra derbasbûnê nayê dan li Swêdê dimînin.

Ygeman dibêje kontrola sînor ê hatina hin koman kêm bike, lê heye hejmara hin komên din ên penaberan bilind bibe.

Komeke penaberan ku zêde dibe penaberên zarok ên bitenê ne.  Midûra xizmeta civakî ya Malmöyê Annelie Larsson dibêje doh bi şev 220 zarokên penaber hatine bajêr û texmîn ew e ku her 24 saetan 200 zarok ê werin.

Annelie Larsson dibêje 500 cihên vala di destê me de mane, loma em nêzîkî krîzeke mezin in û wê demê em nikarin li Malmöyê ti cihî ji bo van zarokan peyda bikin.

 Rêxistina Parêzgeh û Şaredariyên Swêdê têkiliyê bi Norrköping, Örebro, Umeå. Skellefteå û Gävleyê re dideyne. Armanc ew e ku ev şaredarî jî dê ji bo penaberên zarok ên bitenê weke şaredariyên wergir werine bi kar anîn da ku barê Trelleborg û Malmöyê sivik bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".