Foto: Jonas Ekströmer/TT
Her du golên Swêdê jî Zlatan avêtin. Foto: Jonas Ekströmer/TT

Zlatan Swêd bire şampiyoniya Ewrûpa

Serkeftina taximê Swêdê tê pîroz kirin
1:48 min

Bi xêra du golên ku Zlatan Ibrahimovic duh avêtine Danîmarka Swêd beşdarî şampiyoniya Ewrûpa dibe.

Duh êvarî ji bo cara duyem taximê futbolê yê netewî yê Swêdê li hemberî Danîmarka lîst.

Her du taxim roja şemiyê li Stockholmê lîstibûn û Swêd 2-1 zora Danîmarka biribû.

Li saheya Danîmarka vê carê Swêd û Danîmarka 2-2 beramber hev man. Lê bi giştî wextê puanan têxin ser hev Swêd heqê ku di 2016ê de li Fransa di şampiyoniya Ewrûpa de bilîze bi dest xist.

Ji ber serkeftina Swêdê ji gelek aliyên pîrozbahî hatin. Yek ji wan kesên pîrozbahiyek weşand serokwezîr Stefan Löfven bû.

Di dîwarnameya xwe ya Facebookê de wî peyameke wiha daye:

”Pîrozbahiyeke ji dil ji bo taximê milî yê futbolê. We nîşan da ku gava tê ser ya dawî hûn yên herî baş in. We karekî şahane kir û em derbasî şampiyoniya Ewrûpa kirin”.

Di torên civakî de jî peyamên bi coş û pîrozbahî têne belav kirin û yê ku herî zêde tê pesind dan Zlatan Ibrahimovic e ku her du golên duh wî avêtin û bi taybetî golê wî yê duyem pir tê ecibandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".