Swêdiyên li Kurdistanê girtî hatine berdan

1:36 min

Sê hevwelatiyên Swêdê yên 25-35 salî ku li başûrê Kurdistanê hatibûne girtin duh serbest hatine berdan.

Gabriel Wernstedt ji Wezareta Derve ya Swêdê teyîd dike ku sê hevwelatiyên swêdî yên ku bi gotina wî ”li bakurê Îraqê” hatine girtin serbest hatine berdan.

Derbarê bê ev kes kî bû ne û çima hatine girtin de wezareta derve naxwaze tu agahiyan bide, lê li gor zanyariyên ku gihane me van her sê kesan xwestine ji başûr derbasî rojavayê Kurdistanê bibin, lê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên başûrê Kurdistanê ve hatine girtin û ev nêzîkê mehekê bû ew di bin çavan de bûn.

Li gor zanyariyên gihane me mebesta van kesan alîkariya ji bo rojavayê Kurdistanê bûye û yek ji girtiyan di nav refên YPGê de li dijî Daişê şer kiriye.

Li ser pirsa me ya ji Wezareta Derve bê gelo ev kes ji aliyê Swêdê ve weke talûke têne dîtin yan na, Gabriel Wernstedt dibêje ew dimîne ser nirxandina polîs.