wêne: Henrik Montgomery + STR / TT
wêne: Henrik Montgomery + STR / TT

Asta gefa li hemberî Swêdê hate bilind kirin

Säpo tedbîrên nû digre
0:29 min

Ji ber sebeba tehdîteke neteweyî Swêd asta gefxwarina li hemberî welêt ji 3 hilda 4.

Polîsê Îstixbaratê (Säpo) asta gefxwarinê ya li hemberî Swêdê bilindtir kir.

Ji ber sebeba tehdîteke neteweyî Swêd asta gefxwarina li hemberî welêt ji 3 hilda 4. Li gor ragihandina Säpo ev guhertin wê tu tesîrê li raya giştî neke û êvarî wê bi konferanseke çapemeniyê agahiyên berfireh werine dayin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî êrîşa li Parîsê li Danîmarka jî asta gefê bilind kiribû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".