Zlatan Ibrahimovic. Foto: TT
Zlatan Ibrahimovic. Foto: TT

Ibrahimovic îro li Malmö dilîz e

”Ev dê bîrhatineke giring be”
1:27 min

Îro êvarî Zlatan Ibrahimovic careke din li meydana fotbolê ya Malmö vedigere. Tîma wî Paris Saint Germain (PSG) li hemberî Malmö FF di Champions League de dilîz e.

Zlatan Ibrahimovic di civîna çapemenî de dilxweşiya xwe diyar kir :

-Ev ecêbî ye. Ev dihêle ku rêya kariyerê min kamil bibe. Macareyeke dirêj bû lê ji min re tenê  erênî bû. Îca ez ê bi xwe tenê kêfê jê bistînim. Tiştekî bi vî awayî bi her kesî re çê nabe, ku piştî demek wiqas dirêj vegerin û di Champions League de li dijî kluba xwe ya berê bilîz in. Ev dê bîrhatinek giring be di jiyanê de.

Îro saet 20:45 maça li meydana Swedbank Stadion destpê dike. Û ji bo wan kesên ku bilêt bi destê wan neketibe, Ibrahimovic meyda bi nave Stortorget li Malmö veqetandîye bi şaşeyeke mezin da ku herkesê bixwaze maçê bibîne. Tên texmînkirin ku di navbera 10 ta 20 000 kesî dê li Stortorget kom bibin.

   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".