Svenska bilar
Guman hene ku ji Swêdê otomobîlan dibine ji Daishê re. Foto: TT

Guman: Wesayitên swêdî diçine ji Daişê re

Wesayitên dibin xwedî qewetên çartekelî ne.
2:15 min

Polîs guman dike ku sextekar wesayitan ji Swêdê dibine şerê Sûriyê. Berya çend rojan du wesayitên swêdî li Tirkiyê hatibûne ditin.

Polîs vê dema dawî giranî daye ser hin sextekariyan, sextekariyên ku şopa wan diçe heta Rojhilata Navîn û Daişê. Jawad Husseini, li beşê sextekariyan yê polîsê Stockholmê kar dike:

– Hin kes wesayitan bi deyn dibin û paşê ev wesayît winda dibin. Guman hene ku wan dibine Rojhilata Navîn.

Lêkolerê rêxistinên terorê Magnus Ranstrop îdiayên polîs teyid dike û dibêje van wesayitan dibine Sûriyê, digihînine Daişê. Ranstorp dibêje:

– Ew kesê bi wesayitekê here nav Daişê bi qîmettir dibe. Ji bo Daişê ev xizmeteke girîng e.

Polîs Jawad Husseini dibêje zahmete mirov îspat bike ku wesayit dikevine destên Daişê de, lê berya çend rojan du wesayitên ku bi sextekarî li Swêdê hatibûne standin li Tirkiyê hatibûne ditin. Magnus Ranstorp dibêje:

Wextê sînorê navbera Tirkî û Sûrî vekirîbû derbaskirina wesayitan ne zehmet bû.

Li gor ragihandina polîs wesayitên dibin xwedî qewetên çartekelî ne ku mirov dikare raket û barê giran li wan bike. Piraniya wan ne wesayitên sifir in, lê qîmetê wan derdora 200-300 hezarî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".