Meral Danis Bestas, HDP parlamentariker. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
Li ser navê HDPê parlamenter Meral Daniş Beştas tê Stockholmê. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Parlamenterên AKP, CHP û HDP têne Stockholmê

Semînerên li ser Tirkiyê
1:15 min

Ji AK Partiyê Galip Ensarioglu, ji CHPê Sezgin Tanrikulu û ji HDPê Meral Daniş Beştaş wê li Stockholmê tevî semînerekê bibin.

  • 3ê meha 12 saet 18:00 Stockholm: Peyamnêrên bêsînor (Reportrar utan gränser) semînereke bi navê "Exlaqê mediya li Tirkî û Swêdê" li dar dixin. Ji Tirkî û Swêdê rojnameger û pisporên medyayê beşdar dibin. 

  • 8ê meha 12 li Zanîngeha Stockholmê: Derbarê rewşa Tirkî û Erdogan de semînerek heye. Nivîskar û dîplomatê swêdî Ingmar Karlsson wê beşdar bibe. 

  • 9ê meha 12 Stockholm: Li dîwana Ewrûpa ya parlemana Swêdê semînerek li ser rewşa Tirkiyê pêk tê. Ji komîsyona Ewrûpa, parlamentoya Ewrûpa û parlamenterên swêdî û yên Tirkiyê beşdar dibin. Di nav beşdaran de parlamenterên AK Partî, CHP û HDP jî hene.

  • 4-11 meha 12: Heftiya Nobelê ye.

 

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".